Murşidiyên li Sûriyeyê "Cejna Şadiya bi Xwedê" pîroz dikin

Murşidiyên li Sûriyeyê "Cejna Şadiya bi Xwedê" pîroz dikin, ku yekane cejna wan a olî ye û 3 rojan dom dike, ev cejn bi boneya roja ku kesê bi navê Mucib bin Selman El Murşid di 25`ê Tebaxa 1951`an de tevgera Murşidî ragihand.

Murşidiyên li Sûriyeyê "Cejna Şadiya bi Xwedê" pîroz dikin
25 tebax, 2026   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Murşidiyên li Sûriyeyê îro "Cejna Şadiya bi Xwedê" pîroz dikin, ku yekane cejna wan a olî ye û 3 rojan li pey hev dom dike.

Ev cejn vedigere 25`ê Tebaxa 1951an, dema ku Mucib bin Selman  El Murşid destpêkirina tevgera Murşidiyan ragihand. Ji wê demê ve, cejn ji bo endamên civakê xwedî girîngiyeke taybet a manewî û civakî ye.

Rojên cejnê bi dua, serdan û silavdayînê, digel lixwekirina cilên nû û pêşkêşkirina şirîniyan ji mêvan û cîranan re, tê pîrozkirin.

Cejna Şadiya bi Xwedê " derfetek e ji bo şahî û hêviyê û xurtkirina nirxên hezkirin û biratiyê, di nav olî û çandên civaka Sûriyeyê de.

(k)

ANHA