Li Sûriyeyê banga aşkerekirina çarenûsa windahiyan hat kirin

Welatiyên Sûriyeyî li bajarên Şam, Hims û Siwêdayê bi xwepêşandanan banga aşkerekirina çarenûsa windahî û revandiyên di girtîgehên rejîma Beşar Esed de, kir. Welatiyan banga hesabxwestina ji sûcdaran û vegerandina cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest daye, kir.

Li Sûriyeyê banga aşkerekirina çarenûsa windahiyan hat kirin
27 kanûn, 2024   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), da zanîn ku welatiyên Sûriyeyî li gelek bajarên Sûriyeyê bi xwepêşandanan banga aşkerekirina çarenûsa windahiyan û kesên ku di serdema rejîma Beşar Esed de hatine revandin, kir. Xwepêşandan li Hims, gundewarê Himsê, Siwêda û Şamê li dar ketin.

Di heyama zêdetirî 61 salan de, ji desthilata Hafiz Esed û ya Beşdar Esed de, gelek kes bi darê zorê hatin revandin û windakirin û binpêkirinên dermirovî li dijî wan hatin kirin, nexasim ji destpêka krîza Sûriyeyê de. Armanc ji van xwepêşandanan jî aşkerekirina çarenûsa wan windahî û revandiyan e.

(mh)