Li Reqayê nobedarê şaredariyê şehîd bû

Çekdarên nenas êrişek li dijî şaredariya bajarokê Tişrîn ê gundewarê Reqayê pêk anî. Di encama êrişê de nobedarê şaredariyê şehîd bû û wesayît hatin şewitandin.

Li Reqayê nobedarê şaredariyê şehîd bû
27 kanûn, 2024   17:58
REQA

Şeva duh çekdarên nenas êrişek li dijî şaredariya bajarokê Tişrîn ê bakurê Reqayê pêk anî. Çekdaran wesayît şewitandin, avahiya şaredariyê wêran kir û nobedarê wê Mehmûd Muslim (50) qetil kir.

Berî vê êrişê êrişên din li dijî avahiya dadgehê ya bajarê Reqayê û dadgeha bajarê Kerame yê rojhilatê Reqayê hatin pêkanîn.

Li deverên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên şaneyên çekdar ku piraniya wan ên çeteyên DAIŞ'ê ne, li dijî rêbendên kontrolê û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn zêde bûn. Ev jî hemwextî mijûlbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 25'ê Kanûnê de bi hevkariya şêniyan û di çarçoveya rêzeoperasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Reqayê çek û cebilxane desteser kirin.

(mh/eh)