Li Spanya hejmara kesen jiyana xwe ji dest dan gihişt 158

Ji ber lehiya ku li başûr rojhilatê Spanyayê herî kêm 158 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî winda ne.

Li Spanya hejmara kesen jiyana xwe ji dest dan gihişt 158
1 mijdar, 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê ku Ji Polîtîkayên Herêmî Berpirsyar Angel Vîctor Torres di civîna çapemeniyê de got, "Li herêma Valensiya 155, li Castîlla-La Manchaê 2 û li Endulusê jî kesek, bi giştî 158 kes mirine.” Wezîr her wiha diyar kir ku bi dehan kes winda ne. 

LEHÎ DIJWARTIR DIBIN

Zanyarên ji Atmosfera Hewayê ya Cîhanê ku tora referansê ye, di analîzeke xwe ya roja Pêncşemê de diyar kirin ku barana dijwar a li Spanyayê bariye ji sedî 12 ji dema germbûna avhewayê dijwartir bûye.

ÇIMA HEJMARA MIRIYAN ZÊDE YE?

Li gorî ajansa meteorolojiyê ya Spanyayê (Aemet), li hin deveran di nava çend saetan de bi qasî barana salekê bariye.

Barîna baranê ya li herêmên nifûsa wan zêde, bû sedem ku hejmareke mezin a mirovan bandor bibe. Li herêma metropola Valensiya ku gelek kes lê mirin, nifûsa wê 1,87 mîlyon e. Sêyemîn bajarê mezin ê Spanyayê ye.