Rûsya: 83 dronên Ukraynayê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 83 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsya: 83 dronên Ukraynayê hatin xistin
1 mijdar, 2024   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê bi şev 83 dronên Ukraynayê li ser axa Rûsyayê xistine xwarê.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Li herêma Kurskê 36, li herêma Bryansk 20, li Qirimê 12, li herêma Voronezh 8, li herêma Oryolê 4 û li herêma Belgorodê 3 balafirên bêmirov hatin xistin."

(bb)