YPG: Berxwedana Kobanê nîşaneyeke têkoşîna mirovahiyê bû

YPG’ê di peyama xwe ya têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê de diyar kir “Berxwedana Kobanê ji şerê li dijî DAIŞˈê wêdetir bû; ew nîşaneyek kûr a têkoşîna mirovahiyê bû ku li hember taritiyê rawestiya, li şûna bêhêvîtiyê hêvî hilbijart û nirxên bingehîn ên azadî, wekhevî û jiyana hevbeş parastin.”

YPG: Berxwedana Kobanê nîşaneyeke têkoşîna mirovahiyê bû
1 mijdar, 2024   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPGˈê bi boneya 1ˈê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em îro Roja Kobanê ya Cîhanê bibîr tînin ku şahidiya berxwedan, fedakarî û rûhê azadiyê ya neşikestî temsîl dike. Piştî 10 salan ji berxwedana dîrokî ya ku baweriya azadiyê da hemû cîhanê, em bi biryar in di pabendbûna xwe ya bi rêgezên ku Kobanê veguherand sembola cîhanî ya wêrekî û rûmeta mirovahiyê.

Berxwedana Kobanê ji şerê li dijî DAIŞˈê wêdetir bû; ew nîşaneyek kûr a têkoşîna mirovahiyê bû ku li hember taritiyê rawestiya, li şûna bêhêvîtiyê hêviyê hilbijart û nirxên bingehîn ên azadî, wekhevî û jiyana hevbeş parast. Şervanên me yên qehreman, keç û xortên ku mil bi mil li ber xwe dan, dan xuyakirin ku berxwedan ne tenê ji bo serkeftina leşkerî ye, di heman demê de ji bo parastina rûmeta mirovahiyê ye jî.

Di qada jeopolîtîk a îroyîn de, gefên li ser şoreşa me berdewam dikin. Hêzên dagirker û hevkarên wan hewl didin modela rêveberiya xweser a demokratîk a ku me ava kiriye têk bibin. Lê divê were zanîn ku em bi rêya berxwedana aştiyane, avakirina saziyên ku rêzê li cihêrengiyê digirin, û bi bîranîna kesên ku ji bo avakirina van destkeftiyan her tiştî feda kirine, heya dawiyê girêdayî ne. Li ser vê esasê em ji civaka navneteweyî re dibêjin: Kobanê ne qonaxeke bi serê xwe bû û ne dawiya têkoşînê bû. Têkoşîna ku li Kobanê gihîşt lûtkeyê heya îro berdewam dike. Xetereyên li ser civak û şoreşa me û şerê me li hember van gefan, îro jî wekî 10 sal berê girîng in. Herçend DAIŞ bi fizîkî hatibe têk birin, lê îdeolojiya wê hîn jî metirsiyek giran e. Hêzên herêmî yên weke dewleta dagirker a Tirkiyê, bi awayekî veşartî piştevaniya DAIŞ û grûpên tundrew dikin, bi armanca têkbrina şoreşa me û modela xweseriya demokratîk. Bêdengiya civaka navneteweyî tenê wan kesan xurttir dike ku dixwazin vê îdeolojiya tarî ji nû ve zindî bikin.

Em ê şehîdên xwe ne tenê bi gotinan, bi çalakiyan bi bîr bînin. Em bi pêşxistina avahiyên xwe yên civakî, perwerdekirina ciwanên xwe, parastina xaka xwe, li hemberî tundî û zordariya dewleta dagirker a Tirk, DAIŞ û hevalbendên wan, peyama alternatîfa şoreşgerî derdixin pêş. Di vê rojê de em soza xwe ya li ser rêya berxwedanê, parastina şoreşa xwe û rêgezên xweseriya demokratîk ên ku bûne hêviyên me, nû dikin. Em Roja Kobanê ya Cîhanî li hemû gelê xwe, gelên herêmê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê pîroz dikin."