Li Siwêdayê di mehekê de 11 kes hatin qetilkirin

Hate zanîn ku li Siwêdayê di Tebaxê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûne.

Li Siwêdayê di mehekê de 11 kes hatin qetilkirin
8 îlon 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Siwêda 24, li Siwêdayê  ji ber bûyerên tundiyê di meha Tebaxê de 11 kes (2 jin û 9 mêr) jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Malperê têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane jî diyar kir ku 2 kes ji ber paşguhkirina rewşa tenduristiyê di girîgehan de jiyana xwe ji dest da û da zanîn ku saziyên ewlehiyê ji mirina her du kesan berpirsyar in. Her wiha destnîşan kir ku 5 kes ji ber sûcên cînayatê yên cuda jiyana xwe ji dest dan.

Li Siwêdayê tevlihevî, belavbûna çekan û bêaramî dewam dikin. Hêzên hikumeta Şamê ku herêm kontrol kirine li hemberî van rewşan erka xwe bi cih anînin.

Li Siwêdayê zêdetirî salekê xwepêşandanên gel ên li armanca guhertina siyasî ya li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 û serbestberdana girtiyan dewam dikin.

(bb)

ANHA