Li ser Mexmûrê liv û tevgera balafira bê mirov
Balafirek bê mirov ji danê siharê ve li ser asîmanê wargeha penaberan ya Mexmûrê digere.
Li gorî agahiyên Rojnews’ê ji danê siharê ve balafirek bê mirov ku bi çav tê dîtin, li ser asîmanê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî digere.
Tê gotin balafir tenê li ser wargehê digere, lewma tê texmînkirin ku ev balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker be.
Hêjayî gotinê ye piştî peymana di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatî îmzekirin, êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bê mirov li dijî sivîlan zêde bûne.