Li bajarokê Sîtek şewat
Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar li Sîtek şewatek mezin çêbûye û 15 donum dar û puş şewitiye.
Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundên Geredê û Kanî Şêxan yên ser bi bajarokê Sîtek ya ser bi Silêmaniyê şewat çêbûne.
Li gorî daxuyaniyê sedema şewatê nehatiye zanîn û 15 donum erazî ku di nav de darên xwezayî û puş hene, şewitîne.
Hate gotin ku bi hevkariya xelkê gund agir hatiye kontrolkirin.