Li Siwêdayê çalakiya çandî û hunerî 

Çalakvanan li Siwêda çalakiyeke çandî û hunerî bi rêxistin kir awaz, floklor û çanda herêmê pêşkêş kirin.

Li Siwêdayê çalakiya çandî û hunerî 
Li Siwêdayê çalakiya çandî û hunerî 
Li Siwêdayê çalakiya çandî û hunerî 
Li Siwêdayê çalakiya çandî û hunerî 
Li Siwêdayê çalakiya çandî û hunerî 
5 nîsan, 2026   16:53
 SIWÊDA

Li Siwêda çalakvanan çalakiyeke çandî û hunerî li şûnwarên Qenewat organîze kirin. 

Di çalakiyê de xelkê Siwêda cil û bergên xwe yên Durzî pêşkêş kirin. Hozan, hunermendên kardest ên ji herêmê jî beşdarî çalakiyê bûn û tablêtên xwe pêşkêş kirin, stran û helbest gotin.  Kevneşopiya herêmê û çanda wê li şûnwarê Qenewat ê li Cebel El Ereb bi navdar, teyîsandin.

Di bernameya "Mîras û nesil" li şûnwarê Pêxember Eyûb Koroya nifşan bi serkêşiya Emced Ridwan û Qusey Ridwan, pêşengeh `Nasnameya ku wenda nabe` ku Xiyas Erîc amade kiribû, û komên hunerê yên biçûk bi serkêşiya Aryam El Zixeyîr hatin pêşkêşkirin.

Beşdarvanên çalakiyê ji bo teyisandina kevneşopiya herêmî û dema bihurî bi roja îro ve girê bidin, axaftin kirin û helbest gotin.

Çalakvanan anîn ziman ku wan ji bo kevenşopiyên xwe bidin naskirin û dîrokê bi roja îro ve bidin girêdan çalakî bi rêxistin kirine. Her wiha destek didin çalakiyên çandî û hunerî ji bo nasnameya çandî ya herêmê biparêzin, her tim hewl bidin ku kevneşopiyên Sûriyeyê derxin pêş û dîroka herêmê û pirrengiya wê biteyisînin.

(np)

ANHA