Wê El Şeri, Zelensky û Fîdan li hev bicivin

Hate diyarkirin ku serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, serokê Ukraynayê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê dê li ser mijarên cihêreng li Şamê bicivin.

Wê El Şeri, Zelensky û Fîdan li hev bicivin
5 nîsan, 2026   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di çarçoveya serdaneke fermî de çû paytexta Sûriyeyê Şamê. Hate ragihandin ku serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri û Wezre Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê civîneke sêalî pêk bînin.

Hakan Fîdan li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen El Şêbanî ve hate pêşwazîkirin. Ev serdan di demekê ku geşedanên leşkerî û siyasî li herêmê di lûtkeyê de ne, pêk tê. Li gorî agahiyên dê mijarên siyasî û pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, qonaxa dawî ya entegrasyona Rojavayê Kurdistanê bi rêveberiya navendî ya Şamê re, gotûbêjkirina gefên li ser ewlehiya Sûriyeyê û parastina sînoran bibin rojev.

Yek ji xalên herî balkêş ên vê serdanê, civîna sêalî ya di navbera Fîdan, Zelensky û El Şeri de ye. Di vê civînê de dê bandora şerê Îranê ya li ser Sûriyeyê, krîza li Lubnanê û rewşa dawî ya şerê Ukraynayê werin nirxandin. Tê payîn ku Tirkiye di vê qonaxê de roleke navbeynkariyê ya berfirehtir bigire ser xwe.

Pisporan diyar kir ku ev hevdîtin nîşaneya avakirina hevsengiyeke nû ya siyasî ye ku tê de Tirkiye, Sûriye û Ukrayna li dijî gefên herêmî û bandora şerê Îranê li hev dicivin.