18’ê Gulanê; Bîrdariya xurtkirina têkoşînê

“Roja Şehîdan (18’ê Gulanê); têkoşînek ku ji bo girêdana bi şehîdan re dest pê kir, li girtîgehan, serê çiyayên Kurdistanê, li her kolanên Kurdistanê mezin bû, dîsa bi girêdana bi şehîdan re di “Meha Şehîdan-Gulanê (2025)” veguherî destpêkek nû.

18’ê Gulanê; Bîrdariya xurtkirina têkoşînê
18 gulan, 2026   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

18’ê Gulanê, di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de rojek xwedî cihek girîng e. Meha Gulanê weke pireyekê di navbera têkoşîna ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê û têkoşînaTevgera Azadiya Kurdistanê de ye. 

Di meha Gulanê de hem pêşengên têkoşîna ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê yên weke Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, hem jî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên weke Haqî Karer, Xelîl Çavgun şehîd bûne.

Nûnerê koma Stêrka Sor Eladdîn Kapan ku piştî wê têkiliyên wî bi istixbarata re derketin holê, di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê yek ji pêşengên “Koma Apoyî” Heqî Karer” şehîd xistin. Heqî Karer bû yekem şehîdê “Koma Apoyî”.

PKK JI BO GIRÊDANA BI ŞEHÎDAN RE HAT DAMEZRANDIN

Rêber Abdullah Ocalan û “Koma Apoyî” ji bo bîranîna Heqî Karer û girêdana bi şehîdan re 27’ê Mijdara 1978’an Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) damezrand û PKK weke partiya şehîdan îlan kir.

ROJA ŞEHÎDAN HAT ÎLANKIRIN

Rêber Abdullah Ocalan di 1’emîn Konferansa Partiya karkerên Kurdistanê (Tîrmeha 1981’an) de got “Heqî Karer ruhê min ê veşartî bû” û roja şahadeta wî weke “Roja Şehîdan” îlan kir û Gulan jî weke meha şehîdan îlan kir. Ji wê rojê heta niha ji bo gelê Kurd Roja 18’ê Gulanê weke “Roja Şehîdan” tê bibîranîn. 

PÊTA BERXWEDANÊ YA LI GIRTÎGEHA AMEDÊ

Yek ji bingehên ku têkoşîna PKK’ê gihan çar aliyên Kurdistanê û cîhanê Berxwedana Girtîgeha Amedê bû. 18’ê Gulana 1982’an 4 pêşengên PKK’ê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik li hemberî zilma dewleta Tirk agir bi bedena xwe xistin û bûn pêşengên têkoşînek bê dawî.

Bi hezaran pêşengên têkoşîna gelê Kurd ku ketin ser şopa vê têkoşînê di meha Gulanê de canê xwe feda kirin. 1`ê Gulana 1982’yan Abdulkadîr Çubukçu, 2`yê Gulana 1983’yan endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgin 11`ê Gulana 1992`yan de Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), 83 gerîlayên azadiyê, hunermend û rojnamevan ku piraniya wan birîndar bûn, 16’ê Gulana 1997’an li nexweşxane, navendên çand û hunerê û ragihandinê yên li Hewlêrê di encama êrişa PDK`ê de şehîd bûn.

31`ê Gulana 2005`an Amara (Ekin Ceren Doğruak), 9'ê Gulana 2010'an şoreşger Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan, 2’yê Gulana 2016’an fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Azad Sîser û Çekdar Amed şehîd ketin.

Her yek ji van şehîdan û bi hezaran hevrêyên wan bi girêdana bi şehîd re têkoşiyan û di meha Gulanê de şehîd ketin, têkoşîn xurttir kirin, têkoşîna çekdarî gihandin 2025’an.

DI GULANÊ BI SOZA GIRÊDANA BI ŞEHÎDAN RE DE DESTPÊKEK NÛ

PKK’ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan di 5-7’ê Gulana 2025’an de Kongreya 12’emîn li dar xist. Di Kongreyê de şahadeta du damezrînerên PKK’ê Elî Haydar Kaytan û Riza Altun îlan kir. Dîsa bi girêdana bi şehîdan re têkoşîna çekdarî bi dawî kir û têkoşîn derbasî qonaxeke nû kir. PKK’ê got: “Yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKK’ê hevrê Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN weke sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’; yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêber APO hevrê RIZA ALTÛN jî weke sembola ‘Hevrêtiya Azadiyê’ qebûl kiriye.” 

BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK…

Berdewamiya xeta şehîdan e

Bîranîna Roja Şehîdan (18’ê Gulanê) ya îsal, di qonaxeke hinekî hestiyar û mîladî re derbas. Ev qonax piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibata 2025’an ve ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû kirin dest pê kir. Ev bang bû qonaxeke nû ku ber bi çareseriya siyasî û xurtkirina pergala civaka demokratîk diçe.

Guhertinên siyasî yên heyî gav û biryarên nû bi we re anî. Weke berdewamiya xeta şehîdan û avakirina civakek demokratîk dixe mîsogeriyê.

ANHA