Li Silûkê greva giştî di roja 3’yemîn de dewam dike

Şêniyên bajarokê Silûkê ya Girê Spî 3 roj e li dijî sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker di greva giştî de ne. Şênî daxwza hesabpirsînê û derxistina çeteyên "Siqûr El Sunna" ji herêmê dikin.

Li Silûkê greva giştî di roja 3’yemîn de dewam dike
29 gulan, 2025   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Silûkê yê Girê Spî 3 roj e şênî li dijî êriş û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker di greva giştî de ne û alozî dewam dike.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku 3 roj e bazar û dibistan hatine girtin û da zanîn ku greva giştî dê heya pêkanîna daxwaza şêniyan a derxistina çeteyên "Siqûr El Sunna" ji bajarok û hesabpirsînê dewam bike.

Hate diyarkirin ku di encama aloziyê de zêdetirî 20 malbatan koçî gundewarên bajarok û herêma Girê Spî kiriye.

Berî 2 rojan di navbera çeteyên "Siqûr El Sunna" û eşîra El Neîm a Ereb de şer rû dabû. Di encamê de ji eşîra El Neîm 4 kes û çeteyek hatin kuştin. Piştî şer çeteyên koma navborî ji eşîrê 2 ciwanên din revandin û ew qetil kiribûn.

(bb)