Şandeyeke ewropî serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke ji Ewropayê serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir. Di hevdîtinê de girîngiya hevgirtin û pêkanîna rêgezên demokasî û jiyana hevbeş a li Sûriyeyê hate nirxandin.

Şandeyeke ewropî serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyeke ewropî serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyeke ewropî serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyeke ewropî serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyeke ewropî serdana Rêveberiya Xweser kir
29 gulan, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro şandeyeke ewropî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir. Şande ji aliyê hevserokê meclisê Hisên Osman û cîgirên hevserokên meclisê ve hate pêşwazîkirin.

Şande ji endamê Parlamentoya Ewropayê û hevserokê Koma Çepgir a Parlamentoya Ewropayê Martin Shirdiwan, cîgira wî Nora Friese Wendenberg, cîgirê rêveberê Weqfa Rosa Luxemburgê Philipp Degenhard, nûnerê Dem Partiyê yê Saziyên Ewropayê li Strasbourgê Fayîk Yagizay û şêwirmenda Fayîk Yagizay Dr. Sara Glenn pêk dihat.

Di serdanê de her du aliyan geşedanên li herêmê nîqaş kirin û tekez kirin ku îro pêwîstiya Sûriyeyê bi hevgirtin û yekbûnê heye.

Her wiha Meclisa Rêveber der barê projeya Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê de agahî da şandeyê û îşaret bi serkeftina vê nimûneyê di xurtkirina pîvanên demokrasî û beşdariyê de û asoyên hevkariya hevbeş û pevguhertina pisporan hate kirin.

Şandeyê kêfxweşiya xwe bi ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û îşaret bi rola stratejîk û pêşeng a Rêveberiya Xweser, QSD`ê û gel di tunekirina DAIŞ`ê de kir.