Li Silêmanî û Kerkûkê 3 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin

Asayişa Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku, Rêveberiya Giştî ya operasyonên hêzên wê di encama şopandinê de, sê kesên ku fikra îslama tundrew di nav torên medyaya civakî de belav dikirin ku ciwanan bişînin nav çeteyên DAIŞ’ê, hatin binçavkirin.

Li Silêmanî û Kerkûkê 3 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin
7 tîrmeh, 2026   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Asayişa Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyanekê ragihand ku 3 terorîstan li parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê ji ber belavkirina ramanên tundrew hatine girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Ewlehiyê piştî şopandinê û li ser bingeha danûstandina agahî û îstîxbaratê, sê terorîstên DAIŞ’ê di mehên Nîsan û Hezîrana îsal de li parêzgehên Silêmanî û Kerkukê hatin girtin.

Terorîstan bi navên Ç.I., T.B.R û P.F.S ku piştî ku hewl dan birevin lêbelê, ji ber rewşa ewlehiyê û girtina hemû rêyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, wan nekarîn vê yekê bikin. Berê, wan biryar dabû ku xutbe bidin û karê wan ew bû ku vîdyo, nivîs û wêneyên DAIŞ’ê û ramanên tundrew li ser (10) rûpel û hesabên torên civakî yên weke (Facebook, TikTok, Instagram, Telegram, YouTube) belav bikin. Her sê terorîst piştî wergirtina fermana dadwer hatin girtin.

Terorîstan li xwe mikur hatin ku bi rêya torên civakî mizgîniyê didin û ciwan û ciwanan teşwîq dikin ku fikrên tundrew bipejirînin û tevlî rêxistinên DAIŞ‘ê bibin.

Her sê terorîst li xwe mikur hatin ku bi rêya torên civakî propagayandaya DAIŞ’ê dikin, ciwanan teşwîq dikin ku fikrên tundrew bipejirînin û tevlî rêxistinên DAIŞ’ê bibin.

Niha her sê terorîst li gorî Madeya 2‘ya Qanûna Terorê hatine girtin."