Cenazeyê Elî Xamineyî gihişt Necefê

Cenazeyê Rêberê Bilind yê Olî yê Îranê Elî Xamineyî gihiştiye Balafirgeha Necefê û piştî merasîmeke girseyî li herdu parêzgehên Necef û Kerbelayê, dê sibê vegere Îranê.

Cenazeyê Elî Xamineyî gihişt Necefê
7 tîrmeh, 2026   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Iraqê, cenazeyê rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî gihîşt parêzgeha Necefê. Rayedarên Iraqî û Îranî pêşwaziya cenaze kirin.

Cenazeyê Rêberê Bilind yê Olî yê Îranê Elî Xamineyî kêliyek berî niha gihişt Balafirgeha Necefê û piştî merasîmeke girseyî li herdu parêzgehên Necef û Kerbelayê, dê sibê vegere Îranê.

Komîteya amadekar ya merasîmê ragihand ku, hemû amadekariyên lojîstîkî û teknîkî yên ji bo merasîmê qediyane û da zanîn ku “Wê merasîmên xatirxwestinê ji bo rêberê berê yê Îranê li her du parêzgehên Necef û Kerbelayê werin lidarxistin.”