Serok û endamên Dadgeha Destûrî ya Bilind hatin tayînkirin

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi biryarekê serokê Dadgeha Destûrî ya Bilind û endamên wê tayîn kirin.

Serok û endamên Dadgeha Destûrî ya Bilind hatin tayînkirin
7 tîrmeh, 2026   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera îro biryara 149‘an a îsal (2026) da.

Li gorî biryarê Dr. Îsam Xalid El Xelîf wekî serokê Dadgeha Destûrî ya Bilind hatiye tayînkirin.  Dozger Xêrallah Nedîm Xenûm, Mihemed Mistefa Sibêh, Îman Antwan Nûr, Dr. Îsamîl Hemadî El Xelef, Dr. Rîan Hesen Kihêlan û parêzer Arif Ehmed El Şeal jî wekî endamên Dadgeha Destûrî ya Bilind hatine dayînkirin.

Hate gotin, ev tayînkirin di çarçoveya hewldanên temamkirina avakirina Dadgeha Destûrî  ya Bilind hatine destnîşankirin.

(bb)