Li Şêxmeqsûdê depoyeke hişbirê hat desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 2 bazirgranên hişbirê girtin û miqdareke hişbirê ku ji herêmên hikumeta Şamê hatiye derbaskirin hat desteserkirin.

Li Şêxmeqsûdê depoyeke hişbirê hat desteserkirin
13 hezîran 2024   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku di encama agahdariya şêniyan de, her wiha piştî şopandin û berhevkirina agahiyan, depoyeke heb û hişbirê li taxa Şêxmeqsûdê hat dîtin. 

Navendê diyar kir ku 82 hezar hebên keptagon û  151 kef heşîşe (29 kîlogram) hatin desteserkirin û 2 bazirganên hişbirê hatin girtin.

Hat diyarkirin ku di lêpirsînan de bazirgan li xwe mikur hatin ku wan hişbir ji herêmên hikumeta Şamê anîne.

Hêzan spasiya helwesta şêniyan kir û diyar kir ku hevkariya mezin a şênî û hêzan bingeha pêkanîna civakeke ewle ya bê hişbir e.

(mh)