Li ser sînorên Urdin-Sûriye artêşa Urdinê û qaçax bi hev ketin

Artêşa Urdinê bi daxuyaniyekê ragihand ku hewldaneke qaçaxên narkotîkê têk bir ku dixwestin narkotîkê ji Sûriye derbasî Urdinê bikin. Di encamê de 3 qaçaxan hatin kuştine û leşkerekî artêşa Urdinê jî birîndar bû.

Li ser sînorên Urdin-Sûriye artêşa Urdinê û qaçax bi hev ketin
7 sibat, 2024   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Urdinê ku agahiyên xwe dispêre çvkaniyekî leşkerî yê fermandariya giştî yê Hêzên Çekdar ên Urdinê got: "Hêzên leşkerî yên herêma rojhilat, bi koordîneya saziyên ewlehiyê û leşkerî û rêveberiya têkoşîna li dijî narkotîkê, vê sibê hewldaneke qaçaxcîtiya narkotîkê ji Sûriyeyê têk birine."

Di encamê de li gorî daxuyaniyê, 3 qaçax hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne, her wiha miqdareke zêde ya narkotîkê hatiye desteserkirin û sewqî aliyên têkildarî hatiye kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku leşkerekî hêzên pasdarên sînor birîndar bûye û rewşa wî kirîtîk e.

(şx)