Meclisa Malbatên Şehîdan binpêkirina hurmeta goristanan ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî pîroziyên gelan li herêmên dagirkirî şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dê berdêla wê biha bide.

Meclisa Malbatên Şehîdan binpêkirina hurmeta goristanan ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar kir
7 sibat, 2024   15:34
MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şênî û pîroziyên gelan li herêmên dagirkirî dauxyaniyek da. Endamên meclisê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Hevseroka meclisê Sewsen Xelîl li pêşiya navenda meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyekê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi tevahî rêbazên kirêt hewl dide vîna gelê herêmê bişikîne. Ji ber wê pîroziyên gelan binpê dike, goristanên şehîdan ên li herêmên dagirkirî weka Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, talan û wêran dike û li şûna wan mêtingeh, sûk, baregehên leşkerî ava dike. Ji wê zêdetir, li Bakurê Kurdistanê jî, termên şehîdan di nav turik û sindoqan de dide malbatên wan ji bo ku moralê wan bişikîne."

Di berdewama daxuyaniyê de helwestên navneteweyî li hember van sşcîm dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin: "Em soz didin ku ji bo azadiya gel û axa me, berdêl û fedakariyên din jî bidin. Em ê li hember dijminan bendeke asê bin."

(şx)

ANHA