Meşa azadiyê di roja 7’emîn de berdewan dike

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin, meşa xwe li navçeya Kanîreşê domandin.

Meşa azadiyê di roja 7’emîn de berdewan dike
7 sibat, 2024   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

“Meşa Mezin a Azadiyê” a ku Wan û Qersê wek du baskan ve di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 7’emîn de berdewan dike. 

Meşvanên azadiyê ji Silopiyê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana İmraliyê" ber bi Cizîrê ve hatin bi rêkirin. Meşvanên azadiyê li Cizîrê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê Qersê de jî cih digirin îro gihiştin navçeya Kanîreş a Çewligê. Meşvan, li ketina navçeyê hatin pêşwazîkirin û ber bi navenda navçeyê ve meş li dar xistin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan piştî meşê axivî û wiha got: “Ez Mehmet Karasungur, Mazlum Dogan û Hayrî Durmuş bi bîr tînim. Wan bedenên xwe dan ber mirinê û bedelên giran dan. Vaye neviyên we li pey şop a we dimeşin. Ev der Kurdistan e û ev der welatê me ye. Em dixwazin wekhev û azad bijîn. Me ji Qersê dest pê kir û heta vê derê hatin. Em ji bo azadiya birêz Ocalan dimeşin. Ji bo azadiya welatê xwe, azadiya gelê xwe dimeşin. Em dixwazin mîna gelên din xwedî statû bin. Dixwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Li Îmraliyê bêhiqûqiyeke mezin li dijî birêz Ocalan tê klirin. Hûn çima destûrê nadin ku bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin? Ev yek hiqûqa dijminatiyê ye. Daxwazên me mafdar û rewa ne. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe bidomînin.”

Piştî axaftinê, li qehwexaneyê bi gel re civîn hate lidarxistin. Di civînê de ji nîşeyên hevdîtinên yên bi Ocalan re çendek beş hatin xwendin. Meşvan dê derbasî navçeya Dep a Xarpêtê bibin.

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê Wanê de cih digirin, ji navçeya Silopiya ya Şirnexê ve ber bi navçeya Cizîrê ve hatin oxirkirin.

Welatiyan, meşvan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û "Bijî berxwedana Îmraliyê" oxir kirin.