Li ser rojane 40 geştên asîmanî ji Îranê bo Necefê lihevkirin hat kirin

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand, li ser hewildanên Serokwezîr Elî Zeydî lihevkirin hatiye kirin ku rojane 40 geştên asîmanî yên şîrketên balafirvaniya Îranê bo Balafirxaneya Necefê bên kirin.

Li ser rojane 40 geştên asîmanî ji Îranê bo Necefê lihevkirin hat kirin
2 cotmeh, 2026   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, têkildarî geştên asîmanî yên di navbera Îran û Necefê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ji ber hewlên Serokwezîr Elî Zeydî, lihevkirin hatiye kirin ku rojane 40 geştên asîmanî yên şîrketên balafirvaniya Îranê yên du alî bo Balafirxaneya Necefê bên kirin. Lê Şîrketa Mahan a Balafirvaniyê nakeve çarçoveya van şîrketên ku lihevkirin li ser hatiye kirin ku bikarin geştên asmanî di navbera Îran û Necefê de bikin.

Her wisa di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê pesnê bersiva erênî ya rêveberiya Amerîkayê ya li hember hewldanên Iraqê yên ji bo seferkirina heciyan, geştiyaran û kesên ku ji bo dermankirinê diçin, da.