46 welatan ji bo rawestandina darvekirinan bang kirin

Di civîna 63‘0yemîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de 46 welatan ji bo rawestandina darvekirinên ji hêla rejîma Îranê ve tê kirin daxuyaniyek hevbeş da.

46 welatan ji bo rawestandina darvekirinan bang kirin
2 cotmeh, 2026   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di raporekê de ku di 1‘ê Cotmehê (2026) de hat weşandin, ragihand ku 46 welatan daxuyaniyek hevbeş weşandin û rêjeya zêde ya cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar kirin û daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirinan li Îranê kirin.

Li gorî raporê, ev daxuyaniya hevbeş ji aliyê nûnerê Liechtenstein ve di civîna 63‘yemîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de di 30‘ê Îlonê (2026) an de hat pêşkêşkirin. Navên 46 welatan di nav îmzekerên daxuyaniyê de hatine rêzkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji tepeserkirina xwepêşandanên Kanûna 2025‘an vir ve herî kêm 31 xwepêşander hatine darvekirin û hat hişyarkirin ku di pêşerojeke nêzîk de bi dehan kesên din, di nav de jin û zarok jî hene, di bin xetereya darvekirinê de ne.

Welatên piştgir ku daxuyaniyên xwe li ser bingeha encamên pisporên Neteweyên Yekbûyî ava kirine, dane zanîn ku cezayê darvekirinê ji bo avakirina tirsê, tepeserkirina nerazîbûnê û astengkirina azadiya aştiyane ya derbirînê û civînê tê bikaranîn.

Di daxuyaniyê de her wiha fikarên xwe li ser raporên darizandinên nepenî, binpêkirina garantiyên darizandina dadperwer, îşkence û muameleya xirab, windakirinên bi zorê û îtîrafên bi zorê anîn ziman û daxwaza rawestandina tavilê ya bikaranîna cezayê darvekirinê kirin.