Keştiyek dema ji Hurmuzê derdiket hat hedefkirin

Hate ragihandin ku keştiyek dema ji tengava Hurmuzê derdiket bi guleyekê hat hedefkirin.

Keştiyek dema ji Hurmuzê derdiket hat hedefkirin
2 cotmeh, 2026   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku keştiyeke barhilgir îro dema ji tengava Hurmuzê derdiket bi guleyekê hat hedefkirin. Di encamê de şewateke biçûk derket û ceyrana wê qut bû.

Desteyê diyar kir ku şewat hat vemirandin û keştiyê rêwîtiya xwe domand.

Li gorî desteyê, agahiyên der barê jêdera hedefkirinê, windahiyên wê yên mirovî û jîngehî de bi dest neketin.

(bb)