Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin

Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan erê kir û 16 kes wek endamanên komîseriyê hatin erê kirin.

Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin
Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat erêkirin
28 sibat, 2024   17:23
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 94`an li dar xist. Di civînê de 16 kes wekê endamên komîseriyê bilind erê kir. 

Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk, endamên meclisên gelan ên demokratîk ên 7 kantonan û endamên Dîwana Sazkirina Hevpeymana Civakî beşdar civînê bûn.

Di civînê de meclisê qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ku ji 27 bendan û 5 beşan pêk tê, erê kir.

Civîn li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Reqayê li dar ket. Di serî de reşnivîsa qanûna komîseriyê ji aliyê hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman hat xwendin. Reşnivîs ji 5 beşan û 27 bendan pêk tê. Di reşnivîsê de komîserî, teşeya wê ya rêxistinî, erkên wê, komîteyên wê li kantonan û îtîrazên hilbijartinî hatin diyarkirin.

Her bendek bi tena xwe hat xwendin û erêkirin. Piştre nîqaşek lêhûrbîn hat kirin, hin guhartin tê de hatin kirin û li dawiyê bi temamî ji aliyê beşdaran ve hat erêkirin.

Gotî Hevpeymana Civakî endamên komîseriya bilind 20 kesin ji wan 16 kes hatin erê kirin 4 kesên din jî we rojên pêşiya me diyar bibin.

Di dawiya civînê de endamên komîseriyê li pêşiya endamên Meclisa Gelan a Demokratîk soz da.

(mh)