Li Şamê rakirina daran û veberhênana wan

Hikumeta veguhêz, bi hevkariya veberhêneran deverên jîngehî û daristanî ji bo projeyên aborî bi kar tînin. Şênî li hemberî van nêzîkatiyan bi hêrs in lê giliyên wan jî bê encam dimînin.

Li Şamê rakirina daran û veberhênana wan
19 cotmeh, 2025   07:50
ŞAM

Li taxa Mezê ya Şamê veberhênerekî bi hevkariya rayedarên hikumeta veguhêz bi dehan darên ku temenên wan 30 sal derbas dike, birîn. Di heman demê de wargeha Celaa ya sporê tevî park û stadyuma wê veguherand projeyên veberhênanê. Vê kiryarê hêrseke mezin li cem niştecihên taxê çêkir.

Çavkaniyên xwecih ji ajansa me re diyar kir ku keyayên Mezayê li hemberî van kiryaran bi fermî îtîraz kir û li parêzgerê Şamê gilîname pêşkêş kirin, lê tu bersiv wernegirtin.

Îsbat bû ku birîna daran bi erêkirina komîteyên parêzgeriya Şamê pêk hatiye. Di belgeya ku ligel veberhînerekî hatiye çêkirin û mohra parêzgeriyê li ser heye, qutkirina 10 darên serû, 19 darên merxê û 15 darên xemilandinê û akasya hatiye erêkirin.

Parka Celaa ku rûbera wê nêzîkî 20 hezar metreçargoşe ye û  yek ji girîngtirîn qadên şînkahiyê li Şamê ye di salên 1980’î de hatiye avakirin. Park ji bo niştecihên bajêr, bi taybetî yên taxa Mezê cihekî jîngehê yên bêhndanê ye Di parkê de darên pirrsalî yên wekî sîparîs, merx çam, darên xemilandî, akasya û cureyên din hene.

Birîna darên pirsalî û xirabkirina parkê li dijî bendên Qanûna Parastina Jîngehê, bi taybetî hejmara 50 ya madeya 10 a 2002’yan e.

Şêniyan ji ajansa me re diyar kir ku wan serî li wezaretên çandinî, ciwan û werzîşê û parêzgeriya Şamê dane, lê bersivên wekî "Veberhênerî ji bo berjewendiya welat e" wergirtine.

Şêniyan got ev ne cara yekemîn e ku bersivên wisa bi pozbilindî werdigirin û bûyerên bi vî rengî ku di serdema rejîma berê de çêbûne bi bîr anîn. Şêniyan bi bîr xist ku di dema rejîmê de veberhînerek ji ber ku bêyî erêkirina hikumetê 2 dar birîbûn cenazeyê 6 mehan girtîgeh lê hat birîn.

Hejmarek şêniyên taxê diyar kir ku ji ber qutkirina daran li wargeha werzîşê ya Celaa ku cihekî jîngehî werzîşê ye matmayî mam.

Şêniyê bi navê Ebû Xalid ê ji taxa Mezê nerazîbûn nîşanî birîna daran da û ev agahî da "Ji destpêka rêya otostrada Mezê heya dawiy wê dar tên birîn. Stadyum veguherandine xwaringehan. Wargeha Celaa ya Werzîşê bi temamî tê veberhînerandin. Metirsî hene ku dor li partên giştî jî were."

Ebû Xalid destnîşan kir ku wan bi dehan gilîname pêşkêşî aliyên têkildar kirine lê tu kesî li wan guhdar nekir û got: "Ev kiryar nayê qebûlkirin. Eger bersiv neyê dayîn em ê neçar bimînin gavan biavêjin da ku rê li ber van nêzîkatiyên qirêj bên girtin."

Şêniyan got armanc çi dibe bila bibe û hincet çi dibin bila bibin nabe darên bitemen werin birîn û cihên werzîşê bibin projeyên ji bo qezenckirinê.

(bb)