Reqa ji paytexta tariyê veguherî stargeha hemû sûriyeyiyan

Bajarê Reqayê ku paytexta “xîlafeta DAIŞ`ê bû”, piştî hat rizgarkirin veguherî Sûriyeyeke biçûk û koçberê ji hemû parêzgeh û deverên Sûriyeyê xwe li reqayê girt.

Reqa ji paytexta tariyê veguherî stargeha hemû sûriyeyiyan
Reqa ji paytexta tariyê veguherî stargeha hemû sûriyeyiyan
Reqa ji paytexta tariyê veguherî stargeha hemû sûriyeyiyan
Reqa ji paytexta tariyê veguherî stargeha hemû sûriyeyiyan
Reqa ji paytexta tariyê veguherî stargeha hemû sûriyeyiyan
Reqa ji paytexta tariyê veguherî stargeha hemû sûriyeyiyan
19 cotmeh, 2025   05:15
REQA
ENES MIHEMED - MIHEMED XELÎL

Ji kampa Sehlet El Benat heta taxên bajêr, koçberên ku li Reqayê dijîn anîn ziman ku Reqayê bû stargeha ewle ya hemû welatiyên Sûriyeyê.

Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve di 20’ê Cotmeha 2017`an de hat rizgarkirin, bi hezaran malbatên koçber ji bajar û bajarokên parêzgehên Sûriyeyê yên wekî Dêrazorê, Hums û Hemayê berê xwe da Reqayê. Her wiha di dawiya Kanûna 2024`an de bi hezaran koçber ji kantonên Efrîn û Şahbayê li vê kantonê bi cih bûn.

Hejmara koçberên li 39 kampên li gundewarên kantona Reqayê 9 hezar 413 kes e, hejmara koçberên ji Efrîn û Şahbayê gihaştiye hezar û 120 malbatan ku li 37 stargehên kantonê hatine bicihkirin.

JI KAMPAN DENGÊN SPASDARIYÊ

Mihemed El Mesrû koçberek ji Dêrazorê ye û li kampa Sehlt El Benat a li gundewarên bakur rojhilatê Reqayê li dijî, spasiya xwe ji xelkê Reqayê re anî ziman û got: "Em 8 sal in li vir in, me ji bilî başiyê tiştek ji xelkê Reayê nedîtiye. Wan ji kêliya destpêkê ve alîkariya me kirine, tiştên ku em hewce ne dane me. Heta dema ku em diçin bazarê jî, em dibînin ku hin kes destê alîkariyê dide me.”

El Mesrû wiha dewam kir: "Wan destûr da me ku em odeyên ji kerpîçên heriyê ava bikin da ku me xwe ji sermaya zivistanê û germahiya havînê biparêzin û em di nava wan de bi ewlehî û aramiyê dijîn. Rast e ku em di kampan de dijîn, lê em di nava malbat û birayên xwe de ne.”

Sebha El Elî ji gundê Eqrîbatê li gundewarên rojhilatê Hemayê ye, li kampa Sehlet El Benat dijî. Ew di sala 2019`an de gihaşt Reqayê, Sebha got: "Di destpêkê de me zehmetî kişand, lê xelkê Reqayê dudilî nekir ku alîkariya me bikin. Wan av, xwarin û heta erd da me da ku em konên xwe deynin. Îro em bi ewlehî dijîn û karên çandinî û bazirganiyê dikin.”

Erîfa Hebeş, koçbereke ji bajarê Efrînê ye, got: “Em salvegera rizgarkirina Reqayê ji terorîzma DAIŞ`ê pîroz dikin. Ev bajar, ku paytexta çeteyan bû, bi saya xwîna kurên me yên ji hemû herêman hatiye rizgarkirin. Di navbera kesekî ji Efrîn û kesekî ji Reqayê de ti ferq tune ye. Em koçber nîn in; em di nava gelê xwe de ne."

Erîfa Hebeş diyar kir ku xelkê Reqayê malên xwe ji wan re vekirine û her tiştê ku pêwîstiya wan pê hebû peyda kirine; "Em li ser axa Sûriyeyê, axa me hemûyan, wekî bira bi wan re dijîn."

REQA: SÛRIYEYA BIÇÛK

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Reqayê Kidîm Îdan der barê mijarê de got: "Dema ku em dibêjin Reqa, em behsa bajarê Reşîd, gewhera Firatê, bajarê genim û ceh dikin. Lê di sala 2014`an de, ew veguherî paytexta xîlafetê û hewl dan ku pêkhateyên cihêreng ên Sûriyeyê ji hev parçe bikin.”

Kidîm Îdan wiha dewam kir: "Di dema kontrola DAIŞ`ê ya li ser Reqayê de, pêkhateya Kurd bi siyaseteke nijadperest a eşkere ji bajêr hat derxistin. Lê bi saya fedekariyan, Reqa vegeriya ji xelkê xwe re, û çanda wê ya yekgirtî dîsa vegeriya. "

Îdan destnîşan kir ku Reqa ji bo hemû sûriyeyiyan bûye penagehek û wiha lê zêde kir: "Wê pêşwaziya xelkê başûr, perav û hundirê Sûriyeyê kir û hemû pêdiviyên jiyanê ji wan re peyda kir. Bi saya Rêveberiya Xweser, kesî xwe xerîb hîs nekir; wekî ku ew bi sedan salan li vir dijîn."

Îdan got: "Hin niştecihên kampan ji bo çend rojan vegeriyan malên xwe, dûv re vegeriyan Reqayê, ji ber ku wan di warê perwerde, aborî û ewlehiyê de cûdahiyek girîng dîtin. Li gorî baweriya me, hemû weatiyên Sûriyeyê mîna diranên şehekê ne, weke hev, û ev bawerî bi saya fikra neteweya demokratîk pêk hatiye ku em hêz û biryardariya xwe jê digirin.”

Di salvegera 8’emîn a rizgarkirina Reqayê de, ew ne tenê rizgarkirin pîroz dike, lê di heman demê de mirovahiya xwe pîroz dike ku karîbû her kesî hembêz bike û bûye nimûneya Sûriyeya ku her kes xeyal dike.

(k)

ANHA