Li rojhilatê Ukraynayê avahiyek perwerdeyê hat hedefkirin: Qurbanî hene

Hate ragihandin ku hêzên Ukraynayê li bajarê Starobylsk ê herêma Luhanskê avahiyeke perwerdeyê û wargeheke xwendekaran kir hedef. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Li rojhilatê Ukraynayê avahiyek perwerdeyê hat hedefkirin: Qurbanî hene
22 gulan, 2026   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Luhanskê ya li rojhilatê Ukraynayê Leonid Pasichnik got hêzên Ukraynayê duh bi şev li bajarê Starobylskê avahiyek perwerdeyê û wargeheke xwendekaran ku 86 xwendekarên di navbera 14 û 18 saliyê de lê diman, kir hedef. 

Pasichnik anî ziman ku tîmên rizgarkirinê xebatên rakirina xirabeyan û lêgerîna kesên sax didomînin. Her wiha îşaret pê kir ku di bûyerê de 35 kes birîndar bûne û lênêrîna bijîşkî ya pêwîst werdigirin. Walî destnîşan kir ku hejmareke xwendekar di bin xirabeyan de mane.

Leonid Pasichnik anî ziman ku tîmên rewşên awarte li cihê bûyerê dixebitin û desteka bijîşkî û derûnî pêşkêşî birîndaran dikin. 

Pasichnik da zanîn ku zirar li avahiyên rêveberiyê, firoşgeh û malên derdorê bûye û di êrişa li ser xaniyekî de sivîlek birîndar bû.

Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê jî piştrast kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û metirsî hene ku hejmara miriyan zêde bibe.

Wezîra tenduristiyê ya Luhanskê Natalia Pashchenko diyar kir ku heta niha 14 zarok û 26 kesên din dermankirina bijîşkî wergirtiye. Natalia Pashchenko destnîşan kir ku birîndar li nexweşxaneyên herêmî têne dermankirin.

Rayedarên Rûsyayê der barê bûyerê de daxuyanî da û wek "sûcekî xeternak li dijî binesaziyan sivîl û perwerdeyê" bi nav kir.

Komîsera mafên mirovan a Rûsyayê Yana Lantratova jî der barê mijarê de ragihand ku lê gorî daneyên destpêkê 4 kes hatine kuştin. Komîserê daxuyand ku dê der barê bûyerê de serî li rêxistinên navneteweyî bide.

(bb)