Li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê

Yekitiya Şaredariyan a rojhilatê kantona Dêrazorê hemû projeyên xwe yên di plansaziya 2024’an de bi dawî kirin.

19 mijdar, 2024   07:40
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê ji bo qîrkirina rêyan, torên ava vexwarinê û kanalîzasyonan 420 hezar dolar veqetand.

Yekitiyê ji bo qîrkirina rêyên giştî li bajarê Firat, Sose û Hecînê 6 hezar metredam qîr veqetandibû. Li gorî çavdêrê projeyê ji sedî 50 rê hatine qîrkirin.

Di çarçoveya xebatên gihandina ava vexwarinê de ji bo tevahî şêniyên rojhilatê Dêrazorê re, Yekitiya Şaredariyan dest bi sererastkirina torên sereke û şaxî yên ava vexwarinê kir. Ev jî projeya herî mezin a îsal bû, li bajarê Firar, Sose û Hecînê bû.

Hevserokê Nivîsgeha Komîteya Xizmetuzariyê ya rojhilatê Dêrazorê Xelîl El Hindawî diyar kir ji sedî 100 ji torên ava vexwarinê hatine sererastkirin. 15 kîlomte boriyên avê yên bi eşkêlên cuda hatin guhartin.

Her wiha yekitiyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê projeya sererastkirina kanalîzasyonan li bajarê Hecînê da destpêkirin. Hezar metre ji boriyên xerabî bi yên nû hatin guhartin.

El Hindawî diyar kir ku pêwistiya torên kanalîzasyonê yên li rojhilatê Dêrazorê bi projeyên dîtir heye, ew jî niha tê lêkolînkirin.

El Hindawî destnîşan kir ku projeyên di plansaziya îsal de bi temamî hatin bidawîkirin û dê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî, li gorî derfetan, projeyên xwe dewam bikin.

El Hindawî diyar kir ku yekitiyê bi hevkariya şêniyan deriyên dikanên li sûkan boyax kirin.

Der barê plansaziya 2025’an de El Hindawî got: “Ew ê di sala bê de projeyên ava vexwarinê, qîrkirina rêyan û kanalîzasyonan temam bikin.”

(mh/fr)

ANHA