Bekir Hec Îsa: Heta Rêbertî azad nebe, tu pirsgirêk çareser nabin

Bekir Hec Îsa diyar kir ku çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn bi Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got heta ew bi fîzîkî azad nebe tu pirsgirêk nayên çareserkirin.

Bekir Hec Îsa: Heta Rêbertî azad nebe, tu pirsgirêk çareser nabin
19 mijdar, 2024   03:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Têkildarî pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê kantona Firatê Bekir Hec Îsa ji ANHA’yê re axivî.

Berkir Hec Îsa diyar kir ku her ku diçe dewleta Tirk pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û got: “Hemû dewletên hegemo bi xwe jî di aloziyeke kûr de ne. Dewleta Tirk careke din pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêbertî giran dike û bi hişmendiya Osmanî ya qirkirina gelan nikare nêzikî aştiyê bibe. Ji ber ku kesên ku aştiyê dixwazin divê hişmendiyeke aştiyane bin, lewra ti hişmendiyeke aştiyane li gel dewleta Tirk tune ye û nikarin aştiyê di nava xwe de çêke."

Hec Îsa diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye û got: “Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn kûrtir dibin. Dozên welatên wekî Filistîn, Kurdistan, Yemen, Sûdanê û Îranê hîna nehatine çareserkirin. Sûriyeyê jî ber bi aloziyeke kûrtir ve diçe. Çareserî li gel Rêber Apo ye, heta ku Rêbertî azad nebe, tu pirsgirêk çareser nabin."

Bekir Hec Îsa di dewama axaftina xwe îşaret pê kir ku bi milyonan mirov baweriya xwe bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan aniye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Heke bi rastî aştiyek hebe, ew jî bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re çêdibe. Em dixwazin Rêber Apo bi serbest bê berdan û diyalog pê re çêbin."

Endamê Meclisa PYDˈyê yê kantona Firatê Bekir Hec Îsa di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Eger dewleta Tirk bi rastî dixwaze aştî pêk were, divê dîroka Kurdistanê û bi dehan komkujiyên ku li dijî Kurdan nas bike û lêborîne ji gelê Kurd bixwaze. Em gelê Kurd aştîxwaz in, em destê xwe dirêjî aştiyê dikin. Me bi felsefeya Rêber Apo hebûna xwe di cîhanê de îspat kir. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe em ê her tim di nava têkoşînê de bin.”

(bb)

ANHA