Li rojavayê Sûdanê di êrişên balafirên bê mirov de 20 kes hatin kuştin

Li bajarê El Ebyed ê eyaleta Kurdovan a Bakur a li rojavayê Sûdanê di êrişa bi balafirên bê mirov de 20 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.

Li rojavayê Sûdanê di êrişên balafirên bê mirov de 20 kes hatin kuştin
11 gulan, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Sûdanê ragihand ku li bajarê El Ebyed ê eyaleta Kurdovan a Bakur a li rojavayê Sûdanê di êrişa bi balafirên bê mirov de 20 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûdanê (SUNA) ji zimanê berdevkê hikûmetê Xalid El Eyser ragihand: "Îro sibehê milîsên tawankar ên malbata Diqlo vê sibê bi rêya balefirên bê mirov li dijî zindana El Ebyed û nexweşxaneya bajêr pêk anîn, di encamê de 20 girtî hatin kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûn, ku hemû sivîl in, ev tawaneke şer e. "

Ji meha Nîsanê ya sala 2023`an de di nvbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn şer dewam dike, di encamê de bi deh hezaran kes hatin kuştin û bi mîlyonan koçber bûne.

(k)