Waşington û Tehran dê dîse li Musqatê hevdîtinê bikin 

Hevdîtinên di navbera Amerîka û Îranê yên derbarê bernameya nukleerî ya Tehranê de îro li paytexta Omanê Musqatê ji nû ve dê dest pê bikin. 

Waşington û Tehran dê dîse li Musqatê hevdîtinê bikin 
11 gulan, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Derve yê Omanê Bedir El Buseidî ragihand ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de derbarê bernameya nukleerî ya Tehranê dê îro li paytexta Oman Musqatê ji nû ve dest pê dikin. 

Çavkaniyek Amerîkî ya agahdar ragihand ku nûnerê taybet ê Amerîka Steve Witkoff dê îro beşdarî danûstandinan bibe. 

Tura çaremîn a hevdîtinên ku biryar bû di 3yê Gulanê de li Romayê bihata lidarxistin, ji ber "sedemên lojîstîkî" hatibû paşxistin.