Jinan xwest ku sistema hevserokatiyê li seranserê Sûriyeyê were pêkanîn

Jinên ku beşdarî sermînera li kantona Dêrezorê bûne pesna sîstema hevserokatiyê di nava saziyên Rêveberiya Xweser de dan û xwestin ku li seranserî Sûriyeyê were pejirandin.

Jinan xwest ku sistema hevserokatiyê li seranserê Sûriyeyê were pêkanîn
11 gulan, 2025   09:51
DÊRAZORÊ

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi sernavê “Sîstema Hevserokaytiyê û Girîngiya Wê di Avakirina Sûriyeya Nû de” semînerek li dar xist. Semîner li salona Komîteya Jinan a herêma Meamil a Dêrazorê hate lidarxistin. Hejmareke jinên nûnerên deste û komîteyên Meclisa Rêveber û endamên jin ên meclîsê beşdarî komxebatê bûn.

Di Semînerê de bal hat kişandin ser têgeha pergala hevserokatiyê û girîngiya wê jib o pêşxistina tevlêbûna demokratîk û pêkanîna wekheviya zayendî di qadên biryardayînê de.

Di semînerê de endama desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a kantona Dêrezorê Eehma El Elî bi berfirehî behsa sistema hevserokatiyê kir û diyar kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn. Armanc ew e ku rê li ber desthilata yekalî bigire û hevbeşiyê di navbera jin û mêran de pêk bîne.

Rehma El Elî tekez kir ku ev sîstem regezên demokrasiyê xurt dike û derfetên stemkarî û gendeliyê kêm dike, bi rêya dabeşkirina hevseng a erkdariyan di navbera her du hevserokan de.

Di dawiya gotûbêjan de beşdaran tekezî li ser girîngiya pêkanîna vê modelê di Sûriyeya nû de kirin, da ku baweriya welatiyan bi saziyan xurt bibe. Her wiha beşdaran diyar kirin ku ezmûna Rêveberiya Xweser  mînakek serketî ye ku divê li ser were avakirin.

(k)