Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqa bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Rêveber a Reqa piştî bidawîbûna sala xwendinê ya 2023/2024ˊan şahiya xelatkirina zarokên şehîdan li dar xist.

Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
28 gulan, 2024   21:42
REQA

Şahî li Navenda Kewkeb a Zarokatiyê bi beşdariya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, malbatên şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Reqa, Meclisa Rêveber a Kantona Reqa û Kombûna Jınan a Zenûbiya hat lidarxistin.

Li ser navê Navenda Kewkeb a Zarokatiyê gerînendeya navendê Zehra El Yûsiv axivî û got: "Destpêkê bixêrhatina mêvan û beşdarên vê şahiyê dikim. Em beşdarbûn ji bo serketina xebata perwerdê ya keç û xortên şehîdan piştgirî ye."

Zehra wiha domand: "Em hewl didin peyama şehîdên xwe ya gihandina nifşeke nû û serketî pêk bînin. Em spasiya mamosteyên xwe der barê kedên wan ji bo serketina zarokan û serketina xebata perwerdê de dikin."

Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Meclisa Rêveber a Kantona Reqa Zelîxe Ebdî axivî û got: "Em bixêrhatina zarokên xwe yên ked da ku bigihînin asta serketinê dikin. Em bejna xwe li hember şehîdên xwe yên leheng ditewînin."

Piştre Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan û Desteya Perwerdê û Fêrkirinê zarokên şehîdan û mamoste xelat kirin. Her wiha zarok û malbatên şehîdên ên Navenda Kewkeb a Zarokatiyê dîlan û stran pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA