`Bi hêzên xwe yên leşkerî re em ê herêmên xwe ji êrişan biparêzin`

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê destnîşan kirin ku ew li kêleka hêzên xwe yên leşkerî xwe biparêzin. Her wiha diyar kirin ku ew ê nehêlin dewleta Tirk axa wan a bi xwîna şehîdan hatiye avdan, qirêj bike.

`Bi hêzên xwe yên leşkerî re em ê herêmên xwe ji êrişan biparêzin`
29 gulan, 2024   06:17
HESEKÊ
EBDULXANÎ EL HAMAN

Şêniyên bajarê Til Temirê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ji ajansa me re axivîn û destnîşank irin ku ew dev ji axa xwe bernadin.

Şêniya bi navê Sena Hemûd Ebûd a ji bajarê Til Temirê got: "Me êriş tu kesî nekiriye. Lê belê dewleta Tirk êriş me dike. Axa me û mafên me binpê dike. Ev êrişên wê sûcek li dijî mirovahiyê ye."

Sena wiha domand: "Bi hêz û vîna xwe û bi yekitiya pêkahteyên wê yên ereb, kurd, suryan û asûr me li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. Divê em pişta xwe tenê bi hêzên xwe yên leşkerî din. Divê em li her derê piştgiriya wan bikin."

Şêniyê bi navê Ednan Ehmed El Elo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişkirina bajarê Til Temirê, dixwaze fişarê li şêniyên wê bike ji bo ku wan koçber bike û warê wan dagir bike.

El Elo wiha domand: "Em nahêlin dewleta Tirk herêmên me dagir bike. Em ê bi hêzên leşkerî re yên herêmê diparêzin, li ber xwe bidin."

Şêniya bi navê Qedriye Mihemed Elî Şakir jî got: "Dewleta Tirk bi êrişan, dixwaze fişarê li me bike û destkeftiyên şoreşê têk bibe."

Qedriye wiha pê de çû: "Heke me yek bin û bi hêzên xwe yên leşkerî re bin, em dikarin li hember êrişan li ber xwe bidin. Em nahêlin dewleta Tirk axa me ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan, qirêj bike."

(şx)

ANHA