Li Reqayê jinan Jîna Emînî bi bîr anî

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Jîna Emînî di salvegera 3ˊyemîn a qetilkirina wê de bi bîr anî û diyar kir ku “qîrîna wê veguherî meşaleya berxwedanê ya ku di dilê tevahî jinên azadîxwaz de lê dide.”

Li Reqayê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Li Reqayê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Li Reqayê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Li Reqayê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Li Reqayê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Li Reqayê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Li Reqayê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Li Reqayê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
17 îlon, 2025   15:02
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê ji bo bibîranîna Jîna Emînî li avahiya kombûnê ya Reqayê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de endamên saziyên sivîl û leşkerî û tevgerên jinan amade bûn.

Li wir malbatên şehîdan mûm pê xistin. Dûre endama Koordînasyona Giştî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Kefa Sincar axivî. Kefa îşaret bi sembolbûna Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya ku beriya 3 salan ji Rojhilatê Kurdistanê hatibû destpêkirin bû qêrîneke cîhanê li hember desthilatê û çewisandinê.

Kefayê diyar kir ku ev serhildan ne tenê bûyerek derbasdar bû, lê veguherî tecrûbeyek werçerxê did dîroka gelên bindest e. Jin û ciwanan roleke girîng di rûbirûbûna zulm û pêkanîna hêviyê de lîst. Kefa anî ziman ku diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" îro bûye zimanê hevbeş ê tevahî gelên banga edalet û azadiyê dike.

Di çalakiyê de sînevîzyona li ser jiyana Jîna Emînî hat pêşkêşkirin. Dûre jî li ser navê kombûnê endama kombûnê Buşra Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Jîna Emîn ne tenê navek di lîsteya qurbaniyan de ye, lê bû sembola rûmetê, xurtkirina vîna jina azad a ku teslîmbûyînê red dike."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qêrîna Jîna veguherî maşaleya berxwedanê ku îro dilên her kesî de lê dide û hate gotin: "Em li dijî zulm û tundiya li dijî jinan tên kirin çi li Sûriyeyê, Îran, Filistîn û tevahî cîhanê dibe bi jinan re ne. Divê tavilê jinên siyasetmedar ên girtî li Îranê û cîhanê werin berdan."

Kombûnê di daxuyaniya xwe de bang li cıvata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kri ku bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin û siyasetên zordariyê yên dijî jinan bi dawî bikin, li ser ferzkirina qanûnên wekheviya zayendî di tevahî waran de pêk tîne, bixebitin.

(fr)

ANHA