‘Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê dayîn’

Pêkhateyên li bajarê Hesekê dijîn, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo wî daxwaza mafê hêviyê kir.

‘Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê dayîn’
‘Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê dayîn’
‘Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê dayîn’
17 îlon, 2025   14:27
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Koçberên Efrîn, Serêkaniyê, şêniyên Hesekê û pêkhateyên Ereb ên li Hesekê dijîn têkildarî mafê hêviyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Gulê Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk qala aştiyê dike, lê di pratîkê de tiştekî bi navê aştiyê tune ye û wiha got: "Rêber Apo 26 sal e di zindanê de ye. Dewleta Tirk a dagirker her tim dixwaze gel ji Rêber Apo qut bike. Erê Rêberê me girtiyê, lê belê felsefeya Rêber Apo di nava me de dijî, heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo em li ber xwe bidin. Em ê her tim ji bo azadiya Rêber Apo tê bikoşin heta ku em Rêberê xwe di nava xwe de dibînin û hembêz dikin. Divê mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan bê dayîn.”

Gulê anî ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî mirovahiyê ye û wiha wê pê de çû: "Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, divê mafê hêviyê ji Rêber Abdullah Ocalan re were dayîn."

Meysel Mihemed jî da zanîn ku kesên zêdetirî 26 salan di zindanê de dimînin, ji wan re mafê hêviyê heye, lê dewleta Tirk hemû pîvanan binpê dike û wiha got: "Hemû gel û pêkhateyên di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çavên wan li deriyê Îmraliyê ne, em ê heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nebe dest ji têkoşînê bernadin."

Fatmê Ehmed jî tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li Rêxistinên navnetewî kir ku bi erka xwe rabin û tecrîdê bi dawî bikin.

Newroz Heşêm wiha got: "Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, ji ber ku êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev bû çi qas sal tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin. Ji ber ku Rêber Apo mirov ji tunebûnê kir hebûn, lewma dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Apo dide meşandin. Dewleta Tirk dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bibin, lê berovajî vê yekê gel tu carî ne ji ramanên Rêber Apo nayê qutkirin."

Elaedîn Çeçan jî daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwest û wiha got: "Tu mafê wan nîne ku ewqa sal Rêber Apo  di nava tecrîdê de be. Her wiha mafê wî ya hêviyê jî heye. Divê azadiya wî ya fizîkî misoger bibe, em ê jî heya azadî fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin."

Xidir El Heçel jî diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çi bê xistin amede ne. Tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketine qadan. Her wiha mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan bê dayîn û wiha got: "Serkeftina vê pêvajoyê jî wê tenê bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan be. Rêber Apo beriya demekê nameyek ji Eşiran re şand ev yek jî ji bo me baş bû û me baştir pêvajo nas kir. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nebe têkoşîna me bi dawî nabe."

(fr)

ANHA