Girseya mîtînga li Dêrikê: Têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî didome

Bi hezaran şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa Til Koçer ên kantona Cizîrê diyar kir ku heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk a navendî de têkoşîna wan dewam dike.

Girseya mîtînga li Dêrikê: Têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî didome
Girseya mîtînga li Dêrikê: Têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî didome
Girseya mîtînga li Dêrikê: Têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî didome
Girseya mîtînga li Dêrikê: Têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî didome
Girseya mîtînga li Dêrikê: Têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî didome
Girseya mîtînga li Dêrikê: Têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî didome
17 îlon, 2025   15:13
QAMIŞLO

Bi hezaran xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, eşîr, endamên saziyên civakî û xizmetguzarî li Parka Dilce ya Dêrikê kom bûn.

Şêniyan pankartên "Na ji komkujî û qetilkirina li ser nasnameyê re", "Em hemû sûriyeyî xwediyê xakê ne", "Neteweya demokratîk bingeha jiyanê ye" û "Ber bi Sûriyeya demokratîk a nenavendî ve" hildan. Li kêleka wê jî alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Li parkê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif axivî û diyar kir ku bi vîn, fedakariya gelan û hêviyên wan a şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û berfireh bû. Perwînê destnîşan kir ku bi xweparastina li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gel karî xwe bi rêxistin bike û xwe ji qeydên zulmê rizgar bike.

Perwînê got: "Em Kurd, me ev fikir partîze kir. Bi rêya wê em bûn pêşengê şoreşa azadiya civakan. Em bawer in ku guhertina rasteqîn ji vîna gelan û hevgirtina wê ye."

Di dewama axaftina xwe de Perwînê da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) weke encama fedakariyên vî gelî ava bû, ji lew re QSD nûnertiya vê civakê dike, dewamkirina metoda van hêzan dewamkirina rêya rast e.

Perwîn Yûsif anî ziman ku têkoşîna wan wê heta avakirina Sûriyeyek demokratîk a nenavendî bidome, da ku tevahî pêkhate û civakan hembêz bike.

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berekat anî ziman ku herêm di qonaxeke dîrokî ya werçexrî re derbas dibe, nexasim li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi taybet jî li Sûriyeyê.

Berekat destnîşan kir ku pêdiviya vê qonaxê bi pêkanîna siyaseteke durist û demokratîk heye û got Rêber Apo di perspektîfên xwe de bang li gelan kir ku xwedî li metoda aştî û demokrasiyê derkevin.

Berekat diyar kir ku Rêveberiya Xweser di birêxistinkirinê de vê rêyê dişopîne, ku aştiya demokratîk rêbaza yekane ya avakirina Rojhilata Navîn a nû ye.

Kenan Berekat bang li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê kir ku xwedî li vebijêrka nenavendiyê derkevin û got: "Weke tê gotin, em cudaxwaziyê û parçebûnê naxwazin, em bi yekitiya Sûriyeyê û hevgirtinê bawer in. Kombûna bi hezaran şêniyan li Dêrikê nîşaneya yekitiya Sûriyeyê û xurtkirina biratiya gelan e."

Berekat ev agahî li gotinên xwe zêde kirin: "Me di pêşkêşkirina alîkariyan ji bo Perava Sûriyeyê û sekna li kêlek xelkê Sûriyeyê de, partîzekirina gotina xwe ya yekitiya xaka Sûriyeyê nîşan da. Em bi hevkariya tevahî pêkhateyan temsîla vê yekitiyê dikin. QSDˊê ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar kir, nirxên mirovahiyê li tevahî cîhanê parve kirin."

Di dawiyê de Kenan Berekat got: "Em amade ne tev li diyaloga Sûriyeyî ya ku hemû pêkhateyan bigire nava xwe bin, da ku destûrek li gorî vîna gel a ku giranbihayên xwe di oxira avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî daye de, saz bikin."

Çalakî bi dirûşmên daxwaza Sûriyeya demokratîk a nenavendî bi dawî bû.

(fr) 

ANHA