Li Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin

Yekitiya Parêzeran a Helebêˊcezayên dîsplînîˊ ên ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca girankirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan derdixe, şermezar kirin.

Li Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
21 gulan, 2024   17:22
HELEB

Endamên Yekitiya Parêzeran a Helebê û yên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li pêşiya navenda TEV-DEM'ê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Endamê Koordînasyona Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eladîn Xalid Kalo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ˊcezayên derdîsplînî, derqanûnî û derdestûrîˊ yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, cezayên li dijî tevahî gelên bindest ên azadîxwaz in, bi taybetî cezayên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li rêxistin û desteyên herêmî û navneteweyî di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Wezarî ya Ewropayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û CPT'ê hat kirin ku xwedî li erkê xwe yê qanûnî û mirovî derkevin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin. Da ku qanûna mafê hêviyê pêk bîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê pêkanîn. Ji ber ku azadiya wî destpêka çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e.

(mh)