Li Qamişloyê têkildarî zirarên narkotîkê semîner

Kongra Îslama Demokratîk têkildarî zirar û bandorên narkotîkê li ser kesan û civakê, semînerek li dar xist.

Li Qamişloyê têkildarî zirarên narkotîkê semîner
Li Qamişloyê têkildarî zirarên narkotîkê semîner
Li Qamişloyê têkildarî zirarên narkotîkê semîner
Li Qamişloyê têkildarî zirarên narkotîkê semîner
Li Qamişloyê têkildarî zirarên narkotîkê semîner
Li Qamişloyê têkildarî zirarên narkotîkê semîner
Li Qamişloyê têkildarî zirarên narkotîkê semîner
13 kanûn, 2023   15:21
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên hişyarkirina têkildarî narkotîkê de, Kongra Îslama Demokratîk li navçeya Amûdê ya Qamişloyê semînerek li ser zirarên narkotîkê li dar xist. 

Di semînera li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya Amûde de, bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û meclisan hazir bûn.

Endamê rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo semîner bi rê ve bir û bal kişand ser xetereyên narkotîkê yên li ser kes û civakê û armancên çêkirina wê.

Bijîşk Nisrîn Îbrahîm jî bandorên narkotîkê li ser tenduristiyê şîrove kirin, bi taybet li ser pergala damaran, kezebê reş, bronş û dil.

Her wiha Nisrîn îşaret bi bandora narkotîkê li ser derûniyê jî kir û têkildarî dermankirinê got: “Divê gelek tedbîr di vî warî de bên girtin. Mixabin li herêmê navendên taybet ên dermankirina vê diyardeyê tune ne."

Endamê rêveberiya Têkoşîna li dijî Narkotîkê şaxê navçeya Amûdê Murhef Sîdo got: “Di vê dawiyê de narkotîk zêde li herêmê belav bûye. Ji dewletên derdorê bi rêbazên nerewa, derbasî herêmê tên kirin. Ev jî dikeve siyaset şerê taybet ê li dijî herêmê tê meşandin.”

Der barê mekanîzmeya kar û xebatên rêveberiyê de Sîdo got: “Ji destpêka damezirandinê ve, em bi awayekî birêxistînî li dijî vê diyardeyê tê dikoşin. Torên bazirganan û yên wê dibin dişopînin. Li gorî operasyonên plankirî wan digirin. Divê civak bi aliyên têkildar re di vî warî de hevkariyê bike.”

Girêdayî nêrîna olê di vî warî de endamê Saziya Olî ya navçeya Amûdê Mela Selahudîn Ehmed got: "Di tevahî olan de hatiye heramkirin. Ji ber ku zirarên mezin li civakê dikin."

Şêniyan nêrînên xwe der barê semînerê de parve kirin ku divê mîna van semîneran li dar kevin, divê bi ciwanan re ji vê bêtir mijûl bibin, ji bo ku wan ji van diyardeyan dûr bixin.

Çaverê ye ku însiyatîfa Kongra Îslama Demokratîk ku îro dest pê kiriye, li navçe û bajarên kantona Cizîrê berdewam bike.

(şx)

ANHA