2ˊyemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dawî bû

2ˊyemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya li Helebê hatiye lidarxistin bi guhartina hin bendên rêzikname, hilbijartina koordînasyoneke nû ya meclisê û erêkirina li ser plansaziyê bi dawî bû.

2ˊyemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dawî bû
2ˊyemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dawî bû
2ˊyemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dawî bû
2ˊyemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dawî bû
2ˊyemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dawî bû
2ˊyemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dawî bû
2ˊyemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dawî bû
20 gulan, 2024   19:48
HELEB

Piştî nîqaşên li ser rewşên siyasî û rêxistinê ji hêla beşdaran ve bi dawî bûn, endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Cuheyne Meso rêzikname xwend.

Der barê guhartina hin bendên rêziknameyê de pêşniyar û nêrîn hatin girtin. Li ser pêşniyaran hat erêkirin. Bi wê re madeya koordînasyonê hat guhartin û 3 endam bo koordînasyonê hatin hilbijartin. Her wiha li ser bendên din bêyê guhartinê hat erêkirin.

Dûre meclisa giştî ya ji 60 endaman hat avakirin.

Her wiha di kongreyê de Rîhab Îbrahîm a ji pêkhateya Ereb û Gulan Silêman a ji pêkhateya Kurd û Fenar Îsa ji pêkhateya Suryan bûn koordînasyona nû ya meclisê.

Li ser plansaziya meclisê hat erêkirin û wiha ye:

Xebat li ser lidarxistina kongreyên Meclisa Jinan a Sûriyeyê bo Aştiyê li ser asta Sûriyeyê bêkirin û têkilî bi hemû jinan re li hundir û derveyî Sûriyeyê were danîn.

Têkilî bi hemû jinan re bi taybet bi jinên li herêmên dagirkirî re were danîn.

Zext li aliyên têkildar bê kirin ku meclis cihê xwe di komîteya destûrê de bigire.

Stratejiya xebata meclisê bê diyarkirin.

Karînên jinan bi rêya perwerde û fêrkirinê werin xurtkirin. Atolye, rûniştin, semîne û rûniştinên hişyariya li dijî tundiya li ser jinan werin lidarxistin.

Asta têkoşînê li dijî siyasetên li ser jinan were bilindkirin.

Xeleka têkilî û hevbendiya bi tevgerên jinan ên herêmê û navneteweyî re ku xizmetî doza jinan bikin, were firehkirin.

Plansaziyeke fireh ji rêxistinên jinan re were danîn û rola jinan di partiyan de were aktîvkirin, bendên 2245ˊan, 1325ˊan ên der barê jin, ewlehî û aştiyê de bên pêkanîn.

Xebat li ser jinûve perwerdekirina jinan û zarokan di kampan de were kirin.

Çalakiya meclisê li qadên derve were firehkirin û nûnertî werin vekirin.

Binpêkirinên li dijî jinan bi taybet li herêmên dagirkirî werin belgekirin.

(fr)