Li Qamişlo 6 tax bêav mane

Bi bilindbûna pileyên germahiyê re krîza avê li bajarê Qamişlo girantir dibe. Ev çend roj e li 6 taxên bajêr bi sedan mal bêav mane. Hemwextî wê Şaredariya Gel a bajêr hewl û xebatên xwe yên awarte yên bi derfetên kêm di aliyê binesazî û kehrebeyê de, didomîne.

Li Qamişlo 6 tax bêav mane
Li Qamişlo 6 tax bêav mane
Li Qamişlo 6 tax bêav mane
Li Qamişlo 6 tax bêav mane
Li Qamişlo 6 tax bêav mane
Li Qamişlo 6 tax bêav mane
13 tîrmeh, 2025   19:11
QAMIŞLO

Di her salê de bi bilindbûna pileyên germahiyê re, krîza avê li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê giran dibe. Piraniya şêniyan bi buhayên bilind avê bi sahrîcan dikirin, ev jî barê wan giran dike. Ji ber rêveberiya şaş, tunebûna çavdêriyê, qutbûna kehrebeyê û belavkirina avê ya bê edalet, rexne jî tên kirin.

GIRANBÛNA KRÎZÊ:

Di havînê de, bi taybetî di meha Tîrmehê de ku pileyên germahiyê bilind dibin, krîza avê li bajêr girantir dibe. Ev jî hiştiye ku tîbûna şêniyên taxên Hilêliyê, Xelîc, Quwetlî, Kornîş, Miwezefîn û beşeke mezin ji taxa Xerbî bibe tiştekî asayî û normal. Ji bo ku şênî van zehmetiyan derbas bikin, li gelek rêbazên alternatîf digerin.

Hinek avê ji sahrîcên taybet dikirin. Lê belê her sahrîcek bi zêdetirî 50 hezar lîreyan e û ev jî barê welatiyan giran dike. Ji ber wê jî şênî neçar man ku avê zêde xerc nekin û di karên sereke yên paqijiyê de avê bi kar neynin, ev jî metirsiyên tenduristî û derûnî zêde dike.

Şaredariyê ji bo sahrîcekê (5 bermîl) 30 hezar lîre ji bo malên erdî heta yên qatê 2'yan diyar kir. Ji bo malên di qatên bilind de jî 37 hezar lîre diyar kir. 500 lîtir jî bi 20 hezar lîreyan diyar kir. Lê belê xwediyên sahrîcan bi van nirxan pabend nabin û bi awayekî derqanûnî buhayên avê zêde dikin.

Şêniyan banga peydakirina çareseriyeke bingehîn ji bo vê krîzê wekî pêşxistina asta stasyonan û pêşxistina projeyên alternatîf, kir.

Her wiha, şêniyan bang li aliyên berpirs kir ku çavdêriyê li buhayan bike û ava vexwarinê bi awayekî bi edalet û wekhev li hemû taxan belav bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a Qamişlo Mesûd Yûsif diyar kir ku sedema sereke ya vê krîzê qutbûna demdirêj a kehrebeyê ye. Kehrebe jî rojane 12 saetan ji ser stasyonên avê qut dibe. Ev jî dihêle av negihîje taxan.

Yûsif wiha domand: "Stastona li Hilêliyê ya sereke ye, avê dide nêzî 70% ji bajêr. Lê belê lewazbûna kehrebeyê û qutbûna wê dibin sedema ku stasyon baş nexebite û av şûnda vegere. Bi taybetî ji taxên bilind.

 Yûsif diyar kir ku niha 5 generatorên şaredariyê li Hilêliyê, Ceqceq, Ewêce û bendava Sevan hene, lê belê ji bo pêxistina bîran têrê nakin, bi taybetî di nîvroj de û got: "Kêmbûna sotemeniyê û zexta zêde ya li ser generatoran nahêle em wan zêde pêxin."

Yûsif wiha domand: "Projeyeke awarte ya 20 bîrab heye. Heta niha 2 bîr hatin kolan û ezmûnkirin. Encam jî baş bûn. Piştî demekê ew ê di aliyê binesazî û enerjiyê de werin amadekirin û ji bo Daîreya Avê werin radestkirin."

Yûsif destnîşan kir ku tora avê ya bajêr bi hev ve girêdayî ye. Ji bo ku beşek were pêxistin divê hemû beşên din werin pêxistin û got: "Em avê 24 saetan didin aliyê rojava û 24 saetan didin aliyê rojhilatê bajêr. Ev krîz ne tenê ji ber kêmbûna kehrebeyê ye. Her wiha hişkesalî, kêmbûna rêjeya baranê, kevinbûna binesaziyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çavkaniyên avê û siyasetên navendî yên ku ev herêm paşguh kirine, bûne sedem."

Yûsif destnîşan kir ku şaredarî li gorî derfetên xwe yên kêm dixebite û hewl dide bi rêxistinên xwecihî û nenavendî re hevkariyê bike û çareseriyên bingehîn peyda bike. Yûsif bang li welatiyan kir ku avê zêde xerc nekin û bi tîmên şaredariyê re alîkar bin ji bo ku ev qonaxa dijwar were derbaskirin.

(mh)

ANHA