Li Girêspî û Silûk yê dagirkirî xwepêşandan li dijî dagirkeriya Tirkiyê li dar ketin

Şêniyên bajarê Girêspî û Silûk yê dagirkirî xwepêşandan li dar xistin û daxwaza derketina qaşo Meclisa Xwecihî ya girêdayî dagirkeriya Tirk hate kirin. Şêniyan meclis bi “dizê qûtê wan” wesifand.

Li Girêspî û Silûk yê dagirkirî xwepêşandan li dijî dagirkeriya Tirkiyê li dar ketin
13 tîrmeh, 2025   18:41
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih, ji bajarê Girêspî yê dagirkirî ragihand ku li bajêr û bajarê Silûk yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, li dijî diziya genim û hinartina wê ji Tirkiyeyê re şêniyan xwepşandanên berfireh li dar xistin. 

Li gorî heman çavkaniyan xwepêşndêran banga derketina Meclisa Xwecih û gendelên aboriyê yên girêdayî dagirkeriya Tirk kir.

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî êrişên 9’ê Cotmeha 2019’an bajar dagir kir. Ji wê demê ve, dagirkerî bi rêya çeteyên xwe li dijî niştecihên mayî binpêkirin û sûcên hovane dikin. Şêniyan dikujin, malên wan talan dikin, didizin, jêdera qûta wan kontrol dikin.

(ac-şx)

ANHA