Li Qamişlo 200 şitilên zeytûn, henar, îcas û selwan hatin çandin

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya gelek saziyan 200 şitilên zeytûn, henar, îcas û selwan li Qamişloyê çandin.

Li Qamişlo 200 şitilên zeytûn, henar, îcas û selwan hatin çandin
Li Qamişlo 200 şitilên zeytûn, henar, îcas û selwan hatin çandin
7 adar, 2024   17:02
QAMIŞLO

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Gerînendetiya Giştî ya Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi beşdariya endamên Saziya Pirkirina Tovan, nivîsgeh û gerînendetiyên Desteya Çandinî û Avdanê, hevserok û cîgirên wê, hevseroka Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê bi boneya 8ˊê Adarê şitil li Şitilgeha Hîmo ya Qamişloyê çandin.

200 şitilên zeytûn, henar, îcas û selwan hatin çandin.

Cîgira Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê Xelat Şêxmûs li ser çandina daran axivî û got: "Bi boneya 8ˊê Adarê, me xebata çandina daran da destpêkirin. Me darên zeytûn, henar, îcas û selwanê çandin. Ji ber ku dar parastina hevsengiya jîngehê dikin. Çandina daran erkekî neteweyî û nîştimanî ye."

(fr)

ANHA