Li peravên Lîbyayê botek noqî avê bû: 42 kes winda ne

Li peravên Lîbyayê botek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. 42 kes winda bûn.

Li peravên Lîbyayê botek noqî avê bû: 42 kes winda ne
12 mijdar, 2025   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Bûyer 3'ê Mijdarê qewimî. Hate ragihandin ku bota ji bajarê Zuwarê ber bi Ewropayê ve bi rê ket û 47 mêr û 2 jin tê de bûn, noqî binê avê bû.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) diyar kir ku tenê 7 kes hatin rizgarkirin. Tê texmînkirin ku 42 kesên winda jiyana xwe ji dest dane.

Bi vê bûyera dawî re hejmara koçberên ku ji destpêka sala 2025'an û vir ve li Derya Spî xeniqîn 1000 kes derbas kir.