Encamên destpêkê yên hilbijartina Parlementoya Iraqê dê îro bên eşkerekirin

Serokê Desteya Hilbijartinên Herêmê ya di Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de ragihand ku îro wê encamên destpêkê yên hilbijartinê werin ragihandin.

Encamên destpêkê yên hilbijartina Parlementoya Iraqê dê îro bên eşkerekirin
12 mijdar, 2025   12:43
NAVEND ANÛÇEYAN

Duh li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartina Parlementoya Iraqê hate lidarxistin.  Serokê Desteya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê ya di Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Neberd Umer, ragihand ku wê îro encamên destpêkê yên hilbijartina dema şeşem ya Parlementoya Iraqê bên ragihandin.