Li Parîsê pêşangeha "Erdogan û DAIŞ weke hev in” hat vekirin

Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) li Qada Edmond Mîchelet bi dirûşma “Em kujer nas dikin, sûcan eşkere dikin" pêşengeh hat vekirin.

Li Parîsê pêşangeha "Erdogan û DAIŞ weke hev in” hat vekirin
18 mijdar, 2023   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên li Fransayê li dijî plana kirîna balafirên şer ên bi tîpa "Eurofighter Typhoon" ku di serdana Tayyîp Erdogan a Almanyayê de hate rojevê, bi çalakiyekî bal kişandin ser bikaranîna van balafirên şer, sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên sivîlan ên li Rojava têne kirin. Di çalakiyê de gelek pankartên bi nivîsa "Em Kujer Nas Dikin, Sûcan Eşkere Dikin", "Erdogan û DAIŞ wekhev in, “T.C “Sûcên Şer Dike” û "Firotina Çekan Rawestînin, qada hewayî bigrin" hatin vekirin.

Di daxuyaniya li ser navê CDK-F'ê hat dayîn de, hat destnîşankirin ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava yên ku bi Efrînê dest pê kir, dewam dikin û hat ragihandin ku di van êrîşan de gelek sivîl hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin armanca dewleta Tirk dagirkirina Rojava ye û wiha domand: “Faşîzma AKP-MHP’ê ji ber Şoreşa Rojava gelekî bêzar bûye. Êrîş tenê li vir ne sînorkirî ne, artêşa dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bombeyên taktîkî yên nukleerî û çekên kîmyewî ku sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin, qetlîameke topyekûn li ser mirov û xwezayê pêk tîne. Li şûna çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd, em bi dîktator û dewleteke sûcdar re rû bi rû ne.”

CDK-F'ê diyar kir ku yekane navnîşana çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan e û bang li dewletên Ewropayê kir ku sewqiyata çekan rawestînin.