Li Bakurê Kurdistanê ′Meşa Azadiyê′ dewam dike

Kesên ku ji bajarên derdorê ji bo 'Meşa Azadiyê' bi rê ketin, gihîştin Amedê, her wih polîsan ku li Wanê xwestin Meşa Gemlîkê asteng bikin, avahiya HEDEP’ê dorpêç kirin û êrîşî girseya gelê xwestin bimeşin kirin ‏.‏

Li Bakurê Kurdistanê ′Meşa Azadiyê′ dewam dike
18 mijdar, 2023   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşa Azadiyê ya ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê hat destpêkirin, amadekariyên wê bi dawî dibin. Kesên ku xwestin tevlî meşê bibin, ji danê nîvro ve li ber Rêxistina HEDEP a li Koşuyoluyê kom bûn. Her ku deqeyên derbas dibûn hejmara girseya li ber avahiya partiyê jî zêde bû.

Kesên ku ji Êlih, Sêrt û Rihayê ji bo Meşa Azadiyê bi otobus û wesayîtan hatin, piştî nîvro xwe gihandin bajêr û hatin ber avahiya partiyê. Li vir stran û sirûd hatin gotin û govend hatin gerandin.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir tevlî girseyê bûn.

Piştî demekê gel ji avahiya HEDEP'ê heta Parka Koşuyolu li pişt hevserokan meşiyan. Girseya ku gihîştin parkê li wir rawestiyan.

CIWAN LI KOLANAN E: BIJÎ SEROK APO!

Dema ku li Parka Koşuyoluyê rawestiyan, li navçeya Rezan komek kes meşiyan. Koma ku piraniya wan ciwan bûn ji Kolana Emekê heta Kolana Sakaryayê meşiyan. Di wan kêliyan de bi lêdana çepikan, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "PKK gel e gel li vir e" hatin berzkirin .

Li Taxa Kaynartepeyê ciwan daketin qadan û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiyan.

Li Wanê jî polîsan avahya HEDEP′ê dorpêç kir û êrişa girseya gelê xwestin bimeşin kir.

Hevserokên HEDEP’ê yên bajêr Gonul Ûzûnay û Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP’ê yên bajêr Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Polat, Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê erka wî hat desteserkirin, Hevserokê HEDEP’ê yê Îpekyolu Çaçan Ûzûnay, Rêveberê bajêr Omer Işik jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

MÊRSÎN

Çalakvanên “Meşa Azadiyê” yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, pêkanîna azadiya fîzîkî û pêkanîna hevdîtina bi malbat û parêzerên wî re, ji Edene û Dîlokê derketin rê, di ketina Mêrsînê de gihiştin hev. Girseyê tevî hemû astengkirinan jî berê xwe dan Parka Ozgur Çocuk a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê. Hat zanîn ku wê baskê Çûkûrovayê li parkê were cem hev. Meşvanan dirûşmên, “Zext wê nikaribin me biçewisînin”, “Bîjî berxwedana zindanan” berz kirin.

Welatiyên ji Edene, Dîlok û Hatay û Osmaniyeyê derketin rê dê li Parka Ozgur Çocuk daxuyaniyê bidin û bere xwe bidin Gemlîkê.