Di êrişa li ser dibistaneke Xezayê de 200 kes mirin

Medyaya Filistînê ragihand ku di encama bombebaranên artêşa Îsraîlê yên li ser dibistaneke Xezayê de 200 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di êrişa li ser dibistaneke Xezayê de 200 kes mirin
18 mijdar, 2023   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Şer di navbera Îsraîl û Hemasê de di roja 43’yan de bênavber û bi dijwarî berdewam dike. Li gorî medyaya Filistînê, di encama bombebaranên artêşa Îsraîlê yên li ser dibistaneke Xezayê de 200 kesan jiyana xwe ji dest da.

Medyaya Filistînê diyar kir ku ji destpêka şerê di navbera Hemas û artêşa Îsraîlê de heta niha zêdetirî 12 hezar kesan, di nav de 5 hezar zarok û 3 hezar û 300 jî jin in, jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha medyaya Filistînê eşkere kir ku ji ber şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de 2 milyon û 300 hezar kes koçber bûne.