Li navendeke detoksê ya Îranê şewat çêbû: 27 kes mirin

Li bakurê Îranê agir bi navendeke detoksê ket, di encamê de herî kêm 27 kes mirin.

Li navendeke detoksê ya Îranê şewat çêbû: 27 kes mirin
3 mijdar, 2023   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Mîzan Onlîne, dadgerê sereke yê eyaleta Gîlanê Îsmaîl Sadegî ragihand ku li bajarokê Langarûd li navendeke rehabîlîtasyonê ya ji bo bikarhênerên narkotîkê şewat derket. Di encamê de herî kêm 27 kes mirin. Rayedar ragihand ku 12 kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî Mîzanê, Îsmaîl Sadegî diyar kir ku ji bo aşkerakirina sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin.